
HSD ê li rojhilatê bajarê Girê Sipî yê Rojvayê Kurdistanê bi tohmeta hevkarîya bi îstixbarata Tirkîyayê re 3 kes girtin.
Li gorî çavdêrîya mafên mirovan ya Sûrîyayê (SOHR), îstixbarata hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) bi tohmeta hevkarîya bi îstixbarata Tirkîyayê re li gundê Hemirê 2 û li gundê Nîtonê jî kesek girtin.
SOHR ê da zanîn ku kesên hatin desteserkirin birine ajansa ewlehîyê ya HSD ê.
Gundên Hemir û Nîtonê dikevin rojhilatê bajarê Girê Sipî.
Li alîyê din, SOHR ê ragîhand ku hêzên ewlehîya hundirîn (Asayîş) ya Rojavayê Kurdistanê bi hevkarîya hêzên hevpeymanîya navneteweyî li Reqayê du rojan berê li dijî şaneyên DAÎŞ ê opêrasîyona pêk anîbû.
Di encama opêrasîyonê de fermandarekî Sûrîyayê û 3 çekdarên DAÎŞ ê hatibûn girtin.
Kesên hatibûn girtin bi pêkanîna opêrasîyonên sûîqestê li dijî sîvîl û şervanan tên sûcdarkirin û ew birine navendeke ewlehîyê.







