Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşnîyar kir ku bi formata dualî de hevdîtinan pêk bîne: Sargîs Xandanyan

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re pêşnîyar kir ku wezîrên karên der bicivin, li ser yek yan du xalên peymana aşîtîyê li hev bikin û paşê serokên welatan berîya COP-29 peymanê îmze bikin. Serokê lijneya daîmî ya têkilîyên der ya meclîsa neteweyî Sargîs Xandanyan derbarê daxuyanîyên vê dawîyê yên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li ser daxwaza “Armênprêss”ê de agahî da.
– Birêz Xandanyan, serokkomarê Adirbêcanê 14 ê cotmehê, pêşwazî li balyozê Bêlçîkayê yê nû tayînkirî li Adirbêcanê kir, ragîhand ku Komara Ermenîstanê red kir ku danûstandinên li ser platforma Bryûsêlê berdewam bike. Di vê navberê de, hukumeta Ermenîstanê ew hinekî cuda raber kir.
– Ji bo ku em bersiva wê pirsê bi dest bixin, tenê divê em serî li rastîyan bidin. Sala 2023 a çarçoveya lûtkeya civaka sîyasî ya Avropayê ya ku di meha hezîranê de li Kîşnêvê hat lidarxistin, di navbera serokkomarê Fransîyayê Makron, serokwezîrê Almanyayê Şols, serokê konsêya Yekîtîya Avropayê Mîşêl, serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv û serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan hevdîtina 5 alî pêk hat. Lihevkirinek hat kirin ku civîna bê di wê formê de di dema lûtkeya civaka sîyasî ya avropî de ku di cotmeha heman salê de li Granadayê bê lidarxistin, piştî civîna sêalî ya bê li Brûsêlê pêk bê. Sala 2023 a li Bryûsêlê civîneke sê alî hat lidarxistin.Yekser piştî Granadayê, serokê konsêya yekîtîya Avropayê Mîşêl ragîhand ku tê plankirin ku di dawîya meha cotmehê de civîna serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê pêk bê û partîyan berîya niha razîbûna xwe dane. Lê piştre alîyê Adirbêcanê ev hevdîtin jî red kir. 2 ê sibata sala 2024 a di pêwendîyeke têlêfonî ya navbera serokwezîr Paşînyan û serokkomar Mîşêl de, serokwezîrê Paşînyan pêşnîyar kir ku di destpêka meha adarê de li Bryûsêlê civîneke sê alî bê lidarxistin. Hat destnîşankirin ku hevdîtin 12 ê adarê bê lidarxistin. Piştre Adirbêcanê jî ew hevdîtin red kir. Meha nîsanê Şarl Mîşêl nameyek ji serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê re nivîsandibû û pêşnîyar kiribû ku civîneke sê alî li Bryûsêlê bê lidarxistin. Serokwezîr Paşînyan razîbûna xwe da, lê alîyê Adirbêcanê hevdîtin red kir. Dixwazim vê yekê jî zêde bikim ku Adirbêcanê heta niha çend sozên mirovî yên ku di civînên li Bryûsêlê de hatine kirin, derbarê azadkirina girtîyên şer û kesên din yên girtî cîbicî nekiriye.
– Lê Adirbêcanê îdîa dike ku Ermenîstanê pêşnîyara civînekê di çarçoveya civata sîyasî ya Avropayê de ku di meha tîrmehê de li Brîtanyaya Mezin pêk hat red kir.
– Ermenîstanê red nekir, lê civîn di formateke nû de guncaw nedît û ji Adirbêcanê pêşnîyar kir ku civîneke dualî li Brîtanya Mezin pêk bîne, ev yek ji hêla Adirbêcanê ve hate red kirin, ku berê qebûl nekiribû ku di formata pêncalî de bicive. Çiqasî ku ez dizanim di hevdîtinên nefermî yên 7-8 ê cotmehê li Moskvayê serokwezîr Paşînyan pêşnîyara hevdîtina dualî ji serokkomar Elîyêv re kir. Ya rast, pêşnîyar hat kirin ku wezîrên karên der civîneke du rojan pêk bînin, li ser yek yan du xalên peymana aşîtîyê yên ku li ser nehatine lihevkirin, li hev bikin û piştre berî ku COP-29 li Bekûyê bê lidarxistin, rêber peymanê îmze bikin . Bi rastî, haya min ji berteka Adirbêcanê nîne, lê ez hêvî dikim ku ev mantîq bê cîbicîkirin.







