Ji ber guherîna avhewayê dibe ku heta sala 2100 î germahî li Ermenîstanê bighîje 50 dereceyî

Ji ber guherînên avhewayê ye ku li Ermenîstanê germahî di havînê de gihîşte 42 dereceyî, her wiha lêhîyên îsal jî ji ber vê yekê bûn. Pispora guhertina avhewayê ya navneteweyî ya banka pêşketinê ya Asyayê Êsmayra Xavîêrê derbarê vê yekê de di çarçoveya qursa ku ji alîyê mîsîyona daîmî ya Ermenîstanê ya banka pêşketinê ya Asyayê ve tê lidarxistin de daxuyanî da nûçegîhanê News.am ê.
“Lêkolîn nîşan didin ku zêdebûna germahîyê wê bi vê ve sînordar nebe. Ji ber guherîna avhewayê heta sala 2100 î dibe ku li Ermenîstanê germahî bigihêje 50 dereceyî, di encamê de barîna baranê û hejmara lêhîyan zêde bibe”,-ewê daye kifşê.
Li gorî Êsmayra Xavîêrê, guherîna avhewayê dikare herî zêde bandorê li çavkanîyên avê û çandinîyê bike, dibe ku pirsgirêkên ewlehîya xwarinê çêbibin.
“Hukumeta Ermenîstanê di vî warî de, di warê gavên ku tên avêtin û belgeyên ku tên amadekirin de, pir baş tevdigere. Stratêjîyên neteweyî yên demdirêj hatine pêşve xistin, û her weha bernameyên cûre-cûre adaptasîyona neteweyî, ku divê li deverên cuda bêne bicîh kirin”,- pispora guheztina avhewayê gotîye.
Dema ku jê hat pirsîn ku gundîyên asayî dikarin çi bikin da ku li hember encamên mûhtemel yên guherîna avhewa şer bikin yan jî xwe biguncînin, pisporê bersiv da:
“Berî her tiştî ez dixwazim behsa bernameyên ku ji alîyê hukumetê ve bên pêkanîn bikim. Di çarçoveya wan de, wek nimûne, di rewşa hişkesalî de, divê hukumet pergalên avdanê berfireh bike, bêtir çavkanîyên avê bide cotkaran. Ji alîyê din ve divê hukumet jî alîkarîya cotkaran bike da ku ew zêdetir tovên li hemberî avhewayê bikar bînin. Cotkar, di serî de, divê xwe li gorî guherîna avhewa biguncînin. Bi salan e nifş bi nifş li wê herêmê dixebitin û dibînin ku taybetmendîya bîyolojîk ya axê çawa diguhere, yanî xwedîyê wê zanînê ne. Divê hukumet guh bide cotkaran, ji ber ku cotyaran di vê derbarê de xwedî zanyarîyên baş in”.
Li ser pirsa ku divê hemwelatî li dijî guherîna avhewa çawa şer bikin, pisporê destnîşan kirîye:
“Divê em reftara xwe biguherînin, biryarên ku em didin di wê mijarê de ne kêmtir girîng in. Mînakî, heger hewce bike ku hûn biçin cîhek ku 1-2 kîlomêt ji mala we dûr e, wê hingê hûn dikarin veguhastina giştî, bisiklêtê bikar bînin yan tenê bimeşin. Heger wesayîta giştî bikaribe 50 kesî veguhezîne, ev tê wê wateyê ku heger 50 kes bi otobûsê seyahet bikin, wê otomobîlên taybet li kolanan kêm bibin. Di heman demê de tê pêşnîyar kirin ku meriv otomobîlên êlêktrîkê jî biguhezîne. Lê belê, ew biryar zû yan bi hêsanî nayê girtin ji ber ku otomobîlên êlêktrîkê ne ew qas erzan in. Divê hukumet teşwîq bike, hin îmtîyazan bide ku mirov vê biryarê bide”.







