H’emû nûçeSereke

Li gorî îndeksa azadîya întêrnêtê, Ermenîstan di nava welatên azad de cîh digire: Freedom House

Li gorî rapora salane ya Freedom House, azadî li ser înternetê 2024: şerê ji bo bawerîya întêrnêtê, asta azadîya întêrnetê di van 14 salên borî de bi berdewamî daketîye.

Di nav sedemên sereke yên ku bandorê li ser asta azadîya li ser întêrnêtê dike, Freedom House behsa destwerdana hilbijartinan û zêdekirina zexta li ser îfadeya azad ya li ser întêrnêtê dike.

Ermenîstanê di îndêksa azadîya întêrnetê de ji 100 qala 74 qal girt û yek ji welatên azad e. Rapor sala 2023 a vedihewîne. Hezîrana sala  2024 a heyama gulanê. Hat destnîşankirin ku ji ber ku dewlet malper û torên civakî asteng nake hawîrdora întêrnêtê ya Ermenîstanê vekirî dimîne. Lê hukumet ji ber rexnekirina hukumetê li ser platformên serhêl mirovan digire, û kesên li welêt bi gelemperî rastî êrîşên spyware têne.

Berevajî serdemên vegirtinê yên berê, di heyama raporê de malper yan torên civakî qedexe nebûn. Sala 2024 a  meha adarê de, Vazgên Saxatêlyan û Narêk Sîmonyan, hosteyên podkasta ku hukumetê rexne dike, piştî weşandina beşê ku heqaret li serokwezîr Nîkol Paşînyan kiribû, bi sûcdarîya holîganîzmê hatibûn girtin û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Hat destnîşankirin ku  sala 2023 a de  meha kanûnê de hukumetê konsept û plansazîya çalakîyê ya têkoşîna li dijî dêzînformasîyonê ya sala 2024-2026 a pêk anî ji bo, ku ji bo bihêzkirina potênsîyala hukumet û sêktora taybet di vî warî de û zêdetir pêşxistina xwendin û nivîsandina mêdyayê de ne. Her wiha hate destnîşankirin ku  sala 2024 a de  meha çile de, grûpa hakêr ya anonîm Rûsyayê êrîş li dijî gelek malperên întêrnêtê, yên hukumeta Ermenîstanê, bank û opêratorên ragîhandinê jî di nav de pêk anîbûn. Rêxistin dîyar dike ku Ermenîstan piştî xwenîşandanên girseyî yên li dijî hukumetê û di sala 2018 a de qonaxeke derbasbûnê ya girîng derbas kirîye piştî hilbijartinan ku êlîta sîyasî ya binavbûyî derxist holê.

Hukumeta serokwezîr Nîkol Paşînyan soz da ku wê pirsgirêkên demdirêj çareser bike, di nav wan de gendelîya pergalê, sîyaseta neşefaf, pergala hilbijartinê ya bêkêmasî û serwêrîya lawaz ya qanûnê. “Welat ji ber zextên leşkerî yên Adirbêcanê bi giranî ketîye bin bandorê. Sala 2023 a  meha îlonê de, Qerebaxa Çîya ku ji sala 1994 a ve bi awayekî dêfakto ji Adirbêcanê serbixwe bû, piştî ku artêşa Adirbêcanê hêzên parastina herêmî têk bir û herêm bi temamî xist bin kontrola xwe,  hema tevahîya gelê ermenî bi destê zorê koçî Ermenîstanê kirin”,-raportêda tê gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button