Welatîyên ku beşdarî anketê bûne di nav sîyasetmedaran de herî zêde bawerîya xwe bi Nîkol Paşînyan tînin

Li gorî lêkolîna ku hatîye kirin, heger yekşema bê li Ermenîstanê hilbijartinên parlamêntoyê bên derbazkirin, 20 selelef wê dengên xwe didin partîya “Peymana sîvîl”,4 selef ji bo “Ermenîstana pêşkeftî”, 2 selef jî ji bo îtîfaqa “Ermenîstan” ê deng didin.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, înstîtûta komarî ya navneteweyî lêkolîna xwe ya li ser raya giştî weşand.
Daneyên bi hevpeyîvînên têlefonê yên ku di 13-25-ê îlona sala 2024 a de hatine kirin hatine berhev kirin.Ankêt di nav 1503 kesên ku him hemwelatîyên Ermenîstanê û him jî kesên ji Qerebaxa Çîya bi destê zorê koçber bûne û niha li Ermenîstanê dijîn hat kirin.
Li gorî encamên anketê, ji 16 selefê sîyasetmedaran herî zêde bi serokwezîr Nîkol Paşînyan, 4 selef bi Ararat Mîrzoyan,4 selef Aram Sargsyan, 2 selef Alên Sîmonyan, 2 selef ji Robêrt Koçaryan bawer dikin. Ji 61 selefê beşdaran dîyar kirin ku bawerîya wan bi tu kesî nayê.
Heger hilbijartinên parlamêntoyê roja yekşemê bên kirin wê welatî kîjan partî yên tifaqê bibijêrin, ji 20 selefê beşdaran bersiva partîya “Peymana sîvîl”, ji 4 selef “Ermenîstana pêşkeftî”, lê 2 selef jî partîya “Tifaqê”, dane. 2 selef “Partîya Komarê”, 2 selef partîya Daşnaksûtyûnê, selefek jî partîya Robêrt Koçaryan.







