Têkilîyên Ermenîstan û Adirbêcanê û rewşa mafên mirovan ya li Adirbêcanê wê li parlamênta Avropayê bên gotûbêjkirin

Parlamêntvanên parlamênta Avropayê wê îro rewşa sîyasî û mafên mirovan li Adirbêcanê gotûbêj bikin û 24 ê cotmehê jî dengê xwe bidin biryarê.
Derheqa wê yekêda sêrvîsa çapemenîyê ya parlamênta Avropayê agahî daye.
“Gotûbêj û biryar wê li ser têkilîyên di navbera Adirbêcan û Ermenîstana cînara de jî bê sekinandin. Li gorî daxuyanîya dawî ya serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, berîya destpêkirina konfêransa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 29) ku wê meha bê li Bekûyê bê lidarxistin, di navbera her du welatan de peymana aşîtîyê pêk bê.
Ermenîstan û Adirbêcan di nav pevçûyîneke dehsalan de ne ku sala borî zêde bû dema ku Bekûyê dest bi ÿrîşa leşkerî kir û herêma Qerebaxa Çîya zeft kir û bû sedema koçkirina nêzîkî 100 000 ermenîya.
Ji ber vê yekê endamên parlamênta Avropayê bi tundî êrîşa leşkerî ya nerewa wek binpêkirina hiqûqa navneteweyî şermezar kirin û bang li Yekîtîya Avropayê kirin ku di warê ênêrjîyê de jî di nav de têkilîyên bi Adirbêcanê re binirxîne”,-daxuyanîya çapemenîyêda hatîye gotin.







