H’emû nûçeSereke

Ez bawarim ku hûn vê salê peymanê bi dawî bikin: nameya Baydên ji Paşînyan re

Serokê Amêrîkayê Co Baydên nameyek ji serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan re şandîye. Di nameyê de bi taybetî wiha tê gotin:

Birêz serokwezîr, ez kêfxweş im ku welatê We û Adirbêcanê ber bi dawîkirina peymana aşîtîyê ya ku wê peywendîyên di navbera her du welatên we bi dawî bike, pêşkeftineke berdewam kirine.

Ez dixwazim we piştrast bikim ku Dewletên Yekbûyî amade ye ku piştgirîyê bide peymaneke aşîtîyê ya mayînde û bi rûmet ku wê dawî li pevçûyînên sedsalan bîne. Peymana aşîtîyê ku yekîtî, serwêrî û yekparebûna axa Ermenîstanê mîsoger dike, ne tenê ji bo gelê ermenî wê ewlekarî û îstiqirarê mîsoger bike,wê tevahîya herêma Kafkasîya Başûr veguherîne.

Weke ku Hûn jî zanin, temamkirina bendên mayî yên peymana aşîtîyê, hewcedarî bi domdarî, jîrbûn û lihevkirinê ye. Lê We welatparêzî di ser sîyasetê re danî, We bi wêrekî û bi berdewamî rêya aşîtîyê hilbijart û ez We teşwîq dikim ku îsal peymanê bi dawî bikin.

Rêveberîya min amade ye ku înîsîyatîfên wêrek bigire da ku rê li ber aşîtîyê veke. Min ji Maykl Karpêntêr, rêvebirê giştî yê Avropayê xwest, ku We li ser hin gavên ku em dixwazin bavêjin agahdar bike û li ser nîqaşên bi Adirbêcanê re tevkarîya We werbigire.

Wek ku meha borî di civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li Nyû Yorkê hat behskirin, niha dema wê ye ku pabendbûna bi peymana Neteweyên Yekbûyî û prînsîpên bingehîn yên aşîtîyê dubare bikin. Pêşerojeke geştir li ber dest e, û ez li bendê me ku bi We re bixebitim da ku em wê ji bîr nekin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button