H’emû nûçeSereke
Wezîrê Fransîyayêyî karên der binpêkirina qanûnên navdewletî ji alîyê Adirbêcanê da şermezar dike

Wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Baron careke din binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji alîyê Adirbêcanêda şermezar kirîye.
Wezîrê karên der di meclîsê de axivîye û gotîye: “Fransîya wê her tim li alîyekî, li kêleka hiqûq û edaleta navneteweyî be”.
“Em binpêkirinên hiqûqa navneteweyî li her dera û her dem şermezar dikin. Li Gazayê ji alîyê Îsrayêlê, li Îsrayêlê ji alîyê Hamas û Hêzbolahyê, ji alîyê Îsrayêlê li Libnanê, li Îraqê û Sûrîyayê celadên êzidîyan, talîbanan li Afganistanê, hêzên çekdar yên Sûdanê, ji alîyê Adirbêcanê li Ermenîstanê, ji alîyê Rûsîyayê li Ûkraînayê”,- ewî gotîye.
“Peyameke me heye, peyama hiqûq û edaleta navneteweyî ye”,-ewî daye kifşê.







