Ermenîstan wê sala 2025 a de lêçûnên parastinê bi 20 selefî zêde bike

Ermenîstan sala 2025 de wê 664,7 mîlyard dram ji bo mîsogerkirina kapasîteya parastinê xerc bike. Li ser vê yekê rûniştina hevpar ya komîsîyonên li meclîsa neteweyî ya sala 2025 a wezîrê darayîyê Vahê Hovhannisyan 28 ê cotmehê dema gotûbêjkirina byûcêya dewletê de gotîye.
Li gorî wî 55,8 selefê lêçûnên sermayê wê ji bo sêktora parastinê bê kirin. “Xercên vê beşê wê bibe 664,7 mîlyard diram, ku li gorî sala 2024 a bi 20 selefî zêdetir e”,- wezîr daye kifşê.
Di encamê de, lêçûnên parastinê wê 6 selefê berhema navxweyî pêk bîne. “Mesele, himberî sala 2024 a 0,7 selef zêdetire. Ji ber ku hemû hêza me li vir kom bûye, beşa herî girîng ya byûcêya me ye”,-Hovannîsyan gotîye.
Ji ber vê yekê, wek ku wî destnîşan kir, rayedarên Ermenîstanê potênsîyala heyî ji bo pêşxistina parastinê veberhênan dikin.







