Navê wan welata eyanin, artênşên kîjana li dinîyayê yên herî qewatin

Rojnama amêrîkîye US News ê navnîşa wan artêşên dinîyayê amade kirîye, yên ku li cîhanê yên here qewatin. Li gorî wê navnîşê hersê cîhên ewlinda artêşên Rûsîyayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsrayêlêne.
Nava navnîşa 89 welatada, nava deh welatên ewlinda, navên Çînistanê, Korêya Başûr, Îranê, Brîtanîya Mezin, Ûkraînayê, Almanîyayê û Tirkîyayê hatine dîyarkirinê.
Nava wê navnîşêda faktorên usa hatine hesabhildanê, ku binelîyên welata çiqasin û êkonomîka wan çi cûreyîye.
Derheqa Rûsîyayêda, artêşa kîjanê ya here qewate, vî cûreyî hatîye nivîsarê: “Meriv nikare mezinaya Rûsîyayê bîne ber çeva. Bi axa xwe Rûsîya welatê dinyayêyî herî mezine, yê ku du cara ji Kanadayê mezintire.Temamîya Asîya Bakûr û piranîya Avropa Rojhilatê dikevine nava Rûsîyayê. Li ser erdê sînorên wê tevî ji deha zêdetir welata hene, lê bi behrê sînorên wê tevî Japonyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hene”.







