H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê  bi seredana xebatê  çûye Kolûmbîyayê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan bi seredana xebatêva çûye Kolûmbîyayê ku beşdarî civîna 16 emîn, ya Organîzeya Netewên Yekbûyîye li ser pirrengîya bîyolojîk bibe.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ji admînîstrasîya serokkomarê Ermenîstanê elam kirine, wekî wextê hemcivînê Vahagin Xaçatûryanê bi axaftin pêşda bê, ewê usa jî rastî serokê Kolûmbîyayê û serokatîyên welatên hevkar bê.

Ev berevbûn konfêransa  van welataye bi sirêye, ya ku ji 21 ê cotmehê li Kolûmbîyayê destpê bûye û ewê hetanî 1 ê mijdarê berdewambe.Armanca hemcivînê ewe ku gavên konkrêt bona helkirina krîzeyên girêdayî klîmayêra bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button