Dawîya salê de, zêdebûna navînî ya aborî ya Ermenîstanê wê 7 selefbe: wezîr

Sîyaseta hukumeta komara Ermenîstanê ew e ku di salên pêş de mezinbûna aborî ya bi îstîqirar li ser potênsîyala aborî mîsoger bike.
Li gorî “Armênprêss” ê, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna hevpar ya komîtêyên daîmî yên meclisa neteweyî de, di dema nîqaşkirina pêşnûmeya qanûna Ermenîstanê ya “Li ser byûcêya dewletê ya sala 2025 a Komara Ermenîstanê” de gotîye.
“Hevkarê navneteweyî dîyar dikin ku mezinbûna aborî ya du salên borî du sê qatan ji potênsîyala aborî ya Ermenîstanê zêdetir bû. Bi xwezayî, zêdebûnek weha di demek dirêj de nayê domandin. Sîyaseta hukumeta Komara Ermenîstanê di salên pêş de divê ev be ku mezinbûna aborî ya domdar di ser potênsîyala me ya aborî de mîsoger bike. Heya niha, hevkarên navneteweyî potênsîyala me ya aborî 4,5-5 selefî texmîn dikin. Lê mebesta me mezinbûna aborî ya pir zêde berdewam dike, ji ber ku hewildanên hukumetê li ser vê yekê ne”,- Papoyan gotîye.
Li gorî wezîrê aborî, hukumet bi bendavên herî kêm têr nabe û ji bo geşepêdana bilind a aborî dê hewlên zêde bide.
“Hedefa mezinbûna aborî ya navînî ya 7 selefê ku di bernameya hukumetê de hatîye tomarkirin, tê parastin û pêk tê. Di dawîya sala 2024 a de mezinbûna me ya aborî wê 7 selefî derbaz bibe”.







