H’emû nûçeSereke

Donald Tramp patryarxê ermenî Aramê Ewlinra bi têlefonê qise kirîye

Kandîdatê serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp bi têlefonê tevî patryarxê Mala Kîlîkîyayê Aramê Ewlinra xeberdaye.

Tramp razîbûna xwe elamî Aramê Ewlin kirîye, yê ku van axirîya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî qesidîbû, piştgirîya xweye hindava ermenîyên Arsaxê û aminaya hindava aşîtîya li herêmê îzbat kirîye. Ewî usa jî rola dîyaspora ermenîyaye li Amêrîkayê bilind qîmet kirîye.

Çawa bersiva wê yekê, Aramê Ewlin razalixî elamî Tramp kirîye, ku ewî elametîya bo piştgirîya cimeta ermenî belav kirîye.

Ewî bi hêvîdarî gotîye,wekî admînîstrasîya amêrîkîye nû wê bona çareserîya mafê paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê mijûlbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button