H’emû nûçeSereke
Gelo nava goveka ênêrgêtîka atomîda helkirinên çi cûreyî dikarin bona Ermenîstanê yên başbin?

Ermenîstanêra stansîya bi qewata 600 mêgavatî pêwîste û mecala here baş ewe, ku du stansyayên wî cûreyî bêne çêkirinê. Derbarê wê yekêda, wextê sêmînara ênêrgêtîka herêmê, Artûr Avêtîsyanê pispor gotîye.Bi gotina wî, stansyayên atomîye cûre-cûre hene û heyîna wan armanc û stratêcîya wanva girêdayîye.
“Bona Ermenîstanê stansya atomî nava goveka ênêrgêtîkayêyda mertalê ewlehîyêye, nava wêda usa jî stansya nû, heger ew bê çêkirinê”,-ewî gotîye.
Avêtîsyan gotîye,wekî hevraxeberdanên bona çêkirina stansîya atomîye bi qewata 1200 mêgavatî pêk tên, ji kîjanê 600 mêgavat wê bona Îranêbin, lê dokûmênta anegor nehatîye îmzekirinê.







