H’emû nûçeSereke

Tê plankirin ku 100 mîlyon dolar tevlêkin  ku li Ermenîstanê 10 komên tûrîzmê bên avakirin: wezîr

Tê plankirin ku li Ermenîstanê 10 komên geştyarî bên avakirin 100 mîlyon dolar tevlêkin. Wezîrê aborîyê yê Komarê Gêvorg Papoyan  4 ê mijdarê li meclîsa neteweyî, di rûniştina hevpar ya komîteyên daîmî yên meclîsê de projeya byûcêya dewletê ya sala 2025 a hat gotûbêjkirin elam kirîye.

Di vê rewşê de, tê plan kirin ku fondên deyn ji banka cîhanê werbigirin. Papoyan wiha gotîye: “Ev fond bi taybetî, tê plankirin ku ji bo avakirina komên jorîn li herêmên cuda yên Ermenîstanê bên terxan kirin”.

Li gorî wî, peymaneke mezin ya deynê pênc salan bi banka cîhanî re hate îmze kirin. Wezîr di bersiva pirsa pesenidkirina stratêjîya geşepêdana geştîyarîyê de, bi taybetî dîyar kir ku heta niha nehatîye pesendkirin. Nûnerê hukumetê jî got, “Ev mijar di bin nîqaşeke aktîv de ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button