SerekeSîyasî

Qeyûmê şaredarîya Batmanê zimanê kurdî ji malpera fermî ya şaredarîyê rakir

Piştî ku qeyûm hat ser şaredarîya Batmanê, hat zanîn ku malprera kurdî ya şaredarîya Batimanê hatîye rakirin. Di malpera fermî ya şaredarîya Batmanê de nûçeyên kurdî jî dihatin parvekirin ku nûçeyên nû û yên kevin hemû piştî qeyûm hatin jêbirin.

4 ê mijdarê de hat ragîhandin ku qeyûm hatîye ser şaredarîyên wek şaredarîya bajarê mezin fa Mêrdînê, şaredariya Batimanê û şaredarîya Xelfetîya Ruhayê. Bo şaredarîya Batmanê parêzgarê Batmanê Ekrem Canalp şûna Gulîstan Sonûk wek qeyûm hat peywirdarkirin.

Piştî ku qeyûman dest bi kar kirin jî, hat zanîn ku qeyûmê şaredarîya Batmanê ji malpera fermî ya şaredariya Batmanê hemû parvekirinên bi kurdî dane rakirin. Şaredariya Batmanê li ser malpera xwe ya fermî bi 2 zimanan parvekirinên xwe dikirin.

Ev yek di mêdyaya civakî de jî di raya giştî de jî rastî bertekên berfireh hat.

Wezîreta navxwe ya Tirkîyayê berî du rojan biryar li ser dûrxistina serokên şaredarîyên Mêrdînê, Batmanê û Xalfetîyê û danana qeyûman li cîhên wan da, herwesa ji bo dema 10 rojan hemî çalakîyên sîvîl jî hatin qedexekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button