H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kirîye

Serok Mesûd Barzanî, balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stêfan Hîçên qebûl kirîye û ragîhand ku PDK wê di hukumeta nû de tu alîyan vêto neke.

Baregeha Barzanî li ser civîna serok Mesûd Barzanî û balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stêfan Hîçên daxuyanîyek belav kir.

Hat dîyarkirin ku civîn li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatîye kirin.

Hat ragîhandin ku balyozê Brîtanyayê ji ber serkeftina hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê û beşdarîya zêde ya xelkê pîrozbahî li serok Barzanî kir.

Di derbarê danûstandinên hukumetê nû de jî serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) tu alîyan vêto nake û divê danûstandin di çarçoveya “yek herêm, yek parlamênto, yek hukumet û yek hêza pêşmergeyan” de bin.

Di civîna ku konsûlê Brîtanyayê yê Hewlêrê Êndryû Bîzlî   jî amade bû  li ser encamên hilbijartinên Amêrîkayê û bandora wan ya li ser cîhan û herêmê û rewşa sîyasî ya Îraqê gotûbêj hatin kirin.

20 ê çirîya pêşin hilbijartinên xala 6 a ya parlamêntoya Kurdistanê hatin kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button