H’emû nûçeSereke

Hêvîya efirandina “cîhana tirkan” ji bo Çînistanê xeter e:Maslov

Çînistan di warê kevneşopî û dîrokî de cîhana tirkan ji bo xwe wek xeter dibîne.Di bernameya ” FAKTORÊ HÊZ” ya News.am ê de rêveberê înstîtûta welatên Asîyayê û Afrîkayê ya zanîngeha Lomonosovêye dewletê ya Moskvayê, doktorê zanîstên dîrokî Alêksêy Maslov nêrîneke wiha anî ziman.

Herwaha gotîye, rû bi rûbûna bi tirkan re û piştre jî bi Tirkîyayê re meyleke dîrokî ye.

“Tirkîya ji alîyê psîkolojîk ve ji bo Çînistanê bêhtir hevrikek îdêolojîk e, her çend hevkarîyek pir cidî heye jî, ji ber ku Tirkîya welatekî ku di cîhana rojava de nayê dîtin, ji bo Çînistanê înîsîyatîvên aqilane dike.

Her wiha Çînistan ji ber zêdebûna bandora Tirkîyayê ya li Rojhilata Navîn gelekî nîgeran e.

Çînistan ji ber bandora sermaya Tirkîyayê ya li vê herêmê gelekî bi tedbîr e, ji ber ku dixwaze li vir bibe sermayedarê sereke.

Di heman demê de Çînistan fikarên xwe ji van hemûyan vedişêre û eşkere nîşan nade. Çînistan îro nikare li hember Tirkîyayê li ber xwe bide, dema ku piştgirên herî nêzîk yên Çînistanê yên li Rojhilata Navîn (Îsrayêl û Felestîn) şerê îmhayê yê hevdu dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button