Ji bo ku mîrata çandî ya Ermenîstanê di qada navneteweyî de popûler bike û naskirina welêt zêde bike, Ermenîstan ji 16 ê mijdarê heta 23 ê kanûnê wê beşdarî pavîlyoneke cuda bibe li fûara Noêlê ya Spîtêlbêrgê ya li Vîênayê, paytexta Aûstryayê.
Proje bi înîsîyatîva wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê ya Komara Ermenîstanê bi hevkarîya fonda “Pêşveçûyîna çandî” û “Mûzêya hunerên gel ya Hovhannês Şarambêyan” ya dewletê ya neqezenc tê meşandin.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, wezîreta perwerdê û çandê ya Komara Ermenîstanê da zanîn ku di pavîlyona Ermenîstanê de hunerên destan yên nêzîkî 40 hostayan, ku di nav wan de nimûneyên cûre-cûre û bîranînên çêkirina xalîçe, çêkirina kulîkan jî hene, wê bên pêşandan.
Sûka sersalê ya Spîtêlbêrgê bûyereke bi kevneşopîyek dirêj e ku ji salên 1970 î vir ve li yek ji navçeyên dîrokî yên Vîênayê pêk tê.
Sala 2023 a yekem beşdarîya Ermenîstanê ya fûara Noêlê ya Strasbûrgê bi ser ket.