H’emû nûçeSereke

Tirkîya derbarê şandina petrola Adirbecanê ji bo Îsrayêlê bi rêya axa xwe

Wezîreta ênerjî û çavkanîyên sirûştî ya Tirkîyayê îdîayên ku dibêjin ji bendera Cêyhanê ji Îsrayêlê re pêtrol hatîye şandin red kir û sûcdarkirinên bi tevahî bêbingeh bi nav kir.Wezîretê di daxuyanîyeke giştî de hûrgilîyên karkirina borîya pêtrolê ya Bekû-Tibîlîsî-Cêyhanê  eşkere kir. Xeta borîya ku  sala 1999 a de hatîye çêkirin bi rêya peymana navneteweyî ya ku  18 ê mijdarê de ji alîyê Tirkîyayê, Adirbêcanê û Gurcistanê ve hatîye îmzekirin, di çarçoveya peymana hukumeta mêvandar de tê xebitandin.

Di daxuyaniyê de hatîye gotin:”BOTAŞ International AŞ têkildarî firotina nefta ku bi rêya borîyan tê veguheztin, tu dest û rayeya xwe nîne”. Hat destnîşankirin ku “sûcdarkirina nefta Cêyhanê ji Îsrayêlê re ku qaşo Tirkîyayê destûr daye, bi tevahî bêbingeh in”. Her wiha tê gotin ku “Şîrketên ku xeta borîyê ji bo veguhestina pêtrolê ji têrmînala Heyder Elîyêv bi kar tînin, rêzê li biryara Tirkîyayê ya rawestandina bazirganîya bi Îsrayêlê re digirin, tu sewqîyata bo Îsrayêlê çênebûye”.

Ji destpêka şerê Îsrayêlê li zîvala Gazayê piştî êrîşa HAMAS ê, welatên ku têkilîyên bazirganî, enerjî û yên din bi dewleta cihû re hene, rû bi rûyê banga qutkirina peywendîyan li ser kiryarên wî welatî li herêmê bûne. Tirkîya ku par bazirganîya bi Îsrayêlê re rawestand di nav wan welatan de dimîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnamevanên lêkolîner bi berdewamî agahîyan belav dikin ku pêtrola Adirbêcanê li bendera Cêyhanê ya Tirkîyayê li tankerên ku ber bi Îsrayêlê ve diçûn tê barkirin. Nefta rêzêrvên bêhra Kaspîyê bi rêya borîya Bekû-Tibîlîsî-Cêyhanê digihêje bendera Cêyhanê ya Tirkîyayê û ji wir bi tankêran digihêje Heyfayê.

Bekû-Tibîlîsî-Cêyhan 40 selefê xerckirina nefta xav ya Îsrayêlê ya salane dabîn dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button