H’emû nûçeSereke

Bekû bona konfêransa klîmayê ne cîhekî layîqe: Bild

Nava 12 rojada li Bekûyê wê hevdîtina 29 a, ya welatên beşdarên konvênsîya guhartina klîmayê pêk bê.

Komara Sovyêtêye berê bi cûrê avtorîtar tê serkarîkirinê, li kîderê mafên mêriv tên teribandinê û azaya xeberê tê tehsîrkirinê, Adirbêcan jî tevî Ermenîstana cînar nava dew û dozêdane. Derbarê wê yekêda rojnama almanîye  Bild ê nivîsîye.

Rexnekir dibêjin,wekî Bekû bona wê civînê ne cîhekî layîqe, çimkî 98 selefê ênêrjîya Adirbêcanê li ser bingeha ardûyê deranîye, lê du sêanîya kara hukumatê ji gaze û neftê tê.

Lîtireke bênzîna derecebilind 1,26 yûroye. “Ewqasî jî arzan nîne, çimkî li wî welatî neft tê deranînê”,- almanekî li Bekûyê gotîye.

Serokatîya Adirbêcanê pêşeroja nêzîkda wê bi 14 selefîva deranîna neftê û gazê bide zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button