SerekeSîyasî

Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bangî Tramp kirine: leşkeran venekişîne

Navenda belgekirina binpêkirinan û rêxistina mafên mirovan ya Efrînê tevî 7 rêxistinên din yên Rojavayê Kurdistanê nameyeke hevbeş ji Donald Tramp re şandine.

Rêxistnên rojavayê Kurdistanê, di nameya xwe ya hevbeş de, serokê hilbijartî yê Amerîkayê pîroz kir.

Rêxistinan ji Donald Tramp xwêstin ku bi berpirsiyarî li ser mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê raweste.

Di nameyê de hatiye gotin ku di îhtîmala vekişîna hêzên Amêrîkayê ji Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê, dê herêm rastî metirsîyên mezin dibe Tirkiyayê û grûpên çekdar yên nêzîkî wê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya nameyê de hatiye diyarkirin ku heger hêzên Amêrîkayê vekişin, îdî rewş wê gelekî zehmet bibe.

Tirkîya wê derbasî wan herêman bibe û rêxistinên çekdar yên alîgirên wê jî wê ziyaneke mezin bigihînin xelkê sivîl.

Di heman demê de, pêvajoya guherîna demografîk wê berfirehtir bibe.

Her neh sazî û rêxistinan di nameya xwe de ji Donald Tramp re eşkere kir ku vekişîna hêzên Amêrîkayê wê bibe sedema çêbûna karesatekê herêmê û cîhanê.

Saziyên ku name şandine ji Donald Tramp re ev in:

– Navenda lêkolînên yasayî – Almanya

– Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê – Sûrya

– Malpera Efrîn post ya nûçeyan

– Navenda dad ya Mafên mirovan

– Navenda belgekirina binpêkirinan

– Yekîtiya êzidiyên Sûriyayê

– Rêxistina mafên mirovan ya Sûryayê (MAF)

– Rêxistina Mehabad ya mafên mirovan (MOHR)

– Komîtêya mafên mirovan ya Sûryayê (MAF)

Beriya bi çend rojan hevpeymanê serokê nû yê Amêrîkayê Robêrt  Kênêdî  diyar kir ku Donald Tramp dixwaze hêzên Amêrîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne.

Robêrt  Kênêdî  da zanîn ku Donald Tramp naxwaze leşkerên Amêrîkayê di navbera topa agir ya hêzên Tirkîyayê û hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) de bimînîn.

Sala 2014 a ve, Amêrîka ji bo şerê li dijî DAIŞ ê piştgirîyê dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ku hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser e.

Baregehên hêzên Amerîkayê, li Kobanîyê, Rimêlanê, Dêrezorê û Tebqayê û Qamişloyê hene.

Gelek berpirsên Amêrîkayê jî amaje bi wê yekê dikin ku divê leşkerên Amêrîkayê li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê bimînin da ku çavdêriya hewlên leşkerî yên Îranê bikin û rê li ber bihêzbûna DAIŞ ê bigirin.

Donald Tramp roja çarşemê di hilbijartinên serokatiya Amêrîkayê de bi ser ket û wê 20 ê kanûna paşîn ya sala 2025 a sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button