H’emû nûçeSereke

Serok Mesûd Barzanî Danîêl Mîtêran bîr anîye

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û serokê herêma Kurdistarnêyî berê Mesûd Barzanî qedirê bîranîna kulfeta serokê Fransîyayêyî berê Fransûa Mîtêran Danîêl Mîtêranê girtîye û derbarê piştgirîya wêye hindava kurdada daye dîyarkirinê.

Wextê bîranîna Danîêl Mîtêranê, serok Barzanî qedirê bîranînê girtîye û ew çawa “Dayîka kurda” nav kirîye.

“Danîêl Mîtêranê bi kûrayî zehmetîyên cimeta kurd dîtîye û çawa jineke avropîye ewlin, ya ku min dîtîye, bona Kurdistanê hêsir barandine”,-serok Barzanî gotîye.

Serok Barzanî daye dîyarkirinê,wekî Mîtêran, nenihêrî wê yekê wekî ji alîyê rêjîma BAAS ê da  bibû hedef û sax mabû, dîsa hatîye Kurdistanê û serbara serda li Helebceyê jî qesidîye.

“Xwepêşkêşkirina Danîêl Mîtêran, ya ji bo doza Kurd û hewildanên wê, yên forûmên navneteweyîda layîqî hurmeteke mezin bûne”,- serok Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button