Pirsgirêka çareserkirina kêşeya herêmên di bin dagirkerîya leşkerî de nîne:Papîkyan

Rêform, lêçûn û veberhênanên di artêşa Ermenîstanê de armanceke girîng e hebûna artêşek profêsîyonel, jêhatî û nûjen ku bikaribe 29,743 kîlomêtrê çargoşe axa serdest ya Komara Ermenîstanê biparêze peywira ku li ber artêşê hatîye danîn wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan di rûniştina 13 ê mijdarê ya meclîsa neteweyî de di dema nîqaşkirina byûcêya dewletê ya sala 2025 a gotîye.
“Ji bo pirsgirêka axa Komara Ermenîstanê ya dagîrkirî, ku bi qasî 200 kîlomêtrê çargoşe ye, pirsgirêka çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên leşkerî tune ye, ji ber ku pêvajoya xêzkirina sînor derfetê dide ku ev pirsgirêk bi rêyên aştîyane, bi danûstandinan bê çareser kirin. Bi taybetî jî di çarçoveya vê pirsgirêka sîyasî de, artêşa Ermenîstanê ji bilî axa Ermenîstanê. Ji bilî parastina yekparçeyîyê ji êrîşên derve tu pirsgirêkek din nîne”.







