H’emû nûçeSereke

Pisporê rûs hişyarî da Ermenîstanê ku di her şert û mercî de Destûra Bingehîn neguhere

Li hemberî daxwaza Adirbêcanê ya ji bo guhertina makezagonê, divê Ermenîstan tiştekî neguhere, eger wisa nebe ew ê wek qelsî bê dîtin û wê Bekûyê teşwîq bike ku gavên din bavêje. Sîyasetnasê rûs Mîxayîl Alêksandrov di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê News.am ê dîyar kirîye.

Ewî bal kişande ser xurtkirina artêşê, lidarxistina meşq û hevkarîyên nêzîk bi Îranê re û kirîna çekan ji Îranê.

“Çima ev yek pêk nayê? Gelo Yêrêvan ditirse ku Amêrîka îtîraz bike? Ji bo Ermenîstanê tiştek bikêr nekirîye”.

Wî bang li Ermenîstanê kir ku biryardarî nîşan bide.

 “Di tu şert û mercan de divê hûn teslîmî wê zextê bibin û tawîzan nedin. Ji xeynî wê mafê Ermenîstanê heye ku berjewendîyên ermenîyên Qerebaxa Çîya yên ji malên wan hatine derxistin biparêze. Pirsgirêka Qerebaxê divê ji rojeva sîyaseta derve ya Ermenîstanê dernekeve, berevajî vê, amûreke serketinê ye, ji ber ku Adirbêcan rûyê xwe yê rast nîşan daye. Di van deh salên berê de, Bekûyê dagirkerîya qaşo protêsto kir û xwe wek mexdûr nîşan da, lê gava ku Ermenîstan di nîvê rê de rastî Adirbêcanê hat û aşîtî raber kir, Adirbêcanê di cîh de kenê xwe yê wehşetî û faşîst nîşan da. Dema ku Ermenîstanê îradeya xwe ya baş nîşan da, rêjîma Adirbêcanê xwestekên xwe yên desteserkirina axa Ermenîstanê ya serdest nîşan da. Niha her kes dibîne ku Adirbêcan ne mexdûr bû, kiryarên gelê ermenî yên Qerebaxa Çîya hê jî bergirîyê bûn, ji bo ku pêşî li tunekirina ermenîyan bê girtin, mîna ku li Sûmgaîtê, Bekûyê û deverên din yên Adirbêcanê qewimîn.

Divê êrîşkar fêm bike ku ew ê bi van êrîşan tawîzan ji Ermenîstanê nestîne, lê heke tawîz berdewam bike, Adirbêcan wê biryarê bide ku rêbaza zexta hêzê kar dike û wê di pêşerojê de jî provokasyonên bi vî rengî bidomîne”.

Li gorî wî, Adirbêcan her tim sînorên şîyanên xwe dicêribîne.

“Heke em destpêka dorpêçkirina korîdora Laçînê bi bîr bînin, her tişt bi çalakîya kesên ku jê re dibêjin sexte dest pê kir. Heger aştîparêzên rûsî ew tavîlê derxin, wê her tişt biqede. Piştî vê yekê Adirbêcanê rê çêkir, Rûsîyayê dîsa tiştek nekir, wekî piştî topbarankirina devera berpirsîyariya hêzên aşîtîyê yên Rûsyayê. Paşê Adirbêcanê opêrasyon pêk anî, ji ber wê jî bawer bû ku Rûsîya wê tiştekî negire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button