H’emû nûçeSereke

Sala 2026 a de sîgorteya tenduristîyê ya berfereh wê bê danîn, wê hemû soz bên cîh:Avanêsyan

Wezîra tenduristîyê Anahît Avanêsyan li meclîsa neteweyî daxuyand ku di byûcêya dewletê ya sala 2025 a da xerckirin ji bo tenduristîyê ne îfadeya xeyalên me ye. Li gorî nirxandina wê, 4 selefê berhema navxweyî ya welatan bi ya me re pir dûr e.

Ewê bal kişand ser danasîna bîmeya tenduristîyê ya berfireh, destnîşan kir ku wê bîme jî bê danîn.

 “Duh min careke din plana hukumetê bi baldarî xwend, tê behskirin ku heyama veberhênanê ya giştî sala 2026 an e, em ê têkevin nav demên xwe. Em ê hemû sozên xwe bi cîh bînin”.

Di dema nîqaşên projeya byûcêya dewletê ya sala 2025 a de wezîrê fînansa Vahê Hovhannîsyan rojên din dîyar kiribû ku di byûcêya sala 2025 a de ji bo bîmeya giştî ya tenduristîyê bê danîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button