H’emû nûçeSereke
Yêrêvan û Bekû nêzîkî qayîlîya dora peymana aşîtîyêne: Mîrzoyan
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan difikire,wekî Yêrêvan û Bekû nava atmosifêra çêkirinêda projeya qayîlkirina aşîtîyê gotûbêj dikin û gelekî nêzîkin ku bighîjine têksta peymana aşîtîyêye dawî.
“Dîsa tiştek, yan du tişt mane, li ser kîjana xebata întênsîv berdewam dibe û ew nava atmosifêra çêkirinêdane.Ez dixwezim fesal derheqa optîmîzmêda bêjim, wekî em bi rastî nêzîkî têksta dawîne, ya peymana aşîtîyê”,-wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya dewletêye sala 2025 a, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.







