Piştî şirovekirinên Elîyêv, yên derbarê “kolonîya” da Fransîyayê COP29 boykot kirîye

Nevsê Fransîyayêyî derecebilind, yê pirsên klîmayê wê îdî beşdarî danûstandinên dora klîmayê, yên li civîna li Bekûyê nebe.Ew yek piştî wê bûyarê qewimî, dema ku serokê Adirbêcanê Fransîya nava pirsên guhartina klîmayêda, gunekar kirîye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda POLITICO ê nivîsîye.
“Piştî gotûbêjkirina tevî serokwezîr û serokkomar, ezê hevtîya tê neçime Bekûyê”,- li Sênata Fransîyayê wezîrê Fransîyayêyî êkolocî Anyês Panîê Rûnaşêr gotîye û gotinên Adirbêcanê çawa yên bêhîm û qeblûnekirinê nav kirîye.
“Adirbêcan şerkarîya dijî klîmayê bona rojeva xwe dide xebatê”,-wezîr gotîye.
Nehatina wezîrê Fransîyayê dide kifşê, wekî Parîzê tu wekîlekî derecebilind neşîne Bekûyê. Serokê Fransîyayê jî wê beşdar nebe.
Ev biryara Fransîyayê dide kifşê, wekî piştî morkirina qayîlnivîsara Parîzêye sala 2015 a, wê bibe cara yekemîn, wekî serokatîya Fransîyayêye derecebilind wê beşdarî civînê nebe.
14 ê mijdarê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wextê hevdîtina tevî serokên adên biçûk û Nîdêrlanda bona “kolonîyalîzmê” rexne kiribû û ew yek guhartina klîmyayêva dabû girêdanê.







