SerekeSîyasî

Bekûyê naveroka biryara parlamêntoya  Avropayê ya der barê COP-29 de berevajî kirîye

Li Bekûyê, çend roj berê li parlamêntoya Avropayê pejirandina biryareke têknîkî ya derbarê COP-29 de wek serkeftin hat dîtin, ku tê de, parlamêntoya Avropayê careke din dilgiranîya tund li ser rewşa mafên mirovan li Adirbêcanê nîşan dide û behsa wê dike ji bo hemû biryarên ku berî wê hatine standin, ji wan heta biryara dawî, ku naveroka wê pir tund û rexnegir bû.

Li gor raporta nûçegîhanê “Armênprêss” ê li Bryûsêlê, cîgirê balyozê Adirbêcanê Anar Şyûkyûrov naveroka biryara COP 29 û xalên tê de hene berevajî kir û zanyarîyên şaş li ser belav kir. Şyûkyûrov di mîkrobloga xwe ya X de belav kir ku pêşnîyarên ku ji alîyê komarparêza Avropayê ya Fransîayê Natalî Lûazoyê û çend parlamêntarên din ve derbarê bûyerên Qerebaxê û gefên berdewam yên Adirbêcanê yên li ser Ermenîstanê hatine raberkirin, di dengdanê de hatin redkirin û di biryarnameyê de cîh negirtin, dema ku ev pêşnîyarên di rûniştina giştî de hatin kirin, nehatin nîqaşkirin û neketin dengdanê.

Di rastîyê de xalên biryarnameyê hene, ku parlamêntaran carek din dilgiranîya xwe nîşan didin û daxwaz ji Adirbêcanê dikin ku rêzê li mafên hemû girtîyên sîyasî, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan bigire, bilez û bê şert û merc serbest berde. Parlamêntoya Avropayê di helwesta xwe de hişk e hemî peymanên hevkarîyê bi Adirbêcanê re divê bi şertê jorîn û başkirina rewşa giştî ya mafên mirovan li welat bin.

Di biryarnameyê de her wiha bang li Yekîtîya Avropayê hat kirin ku COP29 wek derfetek ji civaka navneteweyî re bikar bîne da ku berpirsîyarîyên xwe yên navneteweyî bîne bîra Adirbêcanê û binpêkirinên mafên mirovan yên Adirbêcanê mehkûm bike û bi wate bike.

Di qirara ku der barê COP29ê de hat qebûlkirin, fikareke mezin heye ku wezîrê jîngeh û çavkanîyên xwezayî yê Adirbêcanê Mûxtar Babayêv ku berîya bibe wezîr 26 salan di şirketa neftê ya dewletê ya Komara Adirbêcanê de xebitîye.

Di biryarnameyê de daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ku gotibû ew ê berjewendîyên welatên ji alîyê sotemenîyên fosîl de dewlemend in biparêzin, paşguh nekirin. Endamên parlamêntoya Avropayê bang li komîsîyona Avropayê û welatên endamên Yekîtîya Avropayê dikin ku hemî tedbîrên pêwîst bavêjin da ku serokatîyên COP yên dahatû ji nakokîyên berjewendîyan dûr bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button