H’emû nûçeSereke

Divê dest ji kiryarên dijminane yên Adirbêcanê berdin: wezîreta Fransîyayêye karên der

Wezîreta Fransîyayêye karên der ragihand ku roja 19 ê mijdarê, balyoza Adirbêcanêye li Fransîyayê Leyla Abdulayêva, ji ber “daxuyaniyên ku nayên qebûlkirin” ji aliyê rayedarên Adirbêcanê ve ji Fransîyayê û Avropayê re di dema konfêransa avhewayê ya Netewên Yekbûyî ya COP29 de hat vexwendin.

“Ev bi daxuyaniyên ku rayedarên Adirbêcanê di çarçoveya COP29 de ji Fransîyayê û Avropayê re dane, yên ku nayên qebûlkirin ve girêdayî ye, ji ber vê yekê wezîra weguheztina êkolojîk ya Fransîyayê Agnês Panier-Runaşer beşdarî konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî betal kir. Di daxuyaniya wezîreta Fransîyayeye karên der de hatîywe gotin, divê dest ji kiryarên dijminane yên Adirbêcanê berdin”.

Di 14 ê mijdarê, Îlham Elîyêv, di çarçoveya COP29 de li Bekuyê, di hevdîtina bi serokên giravên biçûk re, di çarçoveya COP29 de, Fransîya û Hîdêrlandîya ji ber “neokolonyalîzma” wan, bi guherîna avhewayê ve girêda, rexne kir. Serokkomarê Adirbêcanê îdia kir ku Fransîya li herêmên wê yên dervayê wê “xerabûna jîngehê” kiriye û van herêman “kolonî” bi nav kir. Û wî parlamêntoya Avropayê û encumena Avropayê bi “sembolên gendeliya siyasî” tawanbar kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button