H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê norm û standartên Yekîtîya Avropayê wê bêne xebitandinê

Komîtêya Ermenîstanêye bajarçêkirinê têra divîne ku ji sala 2025 a da norm û standartên avropî li Ermenîstanê nava goveka avayîçêkirinêda bide xebatê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda serokê komîtêya Ermenîstanêye avayîçêkirinê Yêxîazar Vardanyan gotîye rojnamevana û serda zêde kirîye wekî bi wê yekê hêvîdarin ku avayîçêkir wê mecalê bistînin ku cêribandina avropîye here baş bidine xebatê.

“Ev yek wê îzinê bide ku ne tenê goveka avayîçêkirinê bidine pêşxistinê, lê usa jî mecalê hebe têknolocîyên nû bikine nava goveka avayîçêkirinê”,-Vardanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button