Reuters : nava qewilên çi cûreyîda Pûtîn amadeye qayîlnivîsara derheqa agirbestêda îmzeke?

Vladîmîr Pûtîn bona gotûbêjkirina pirsa agirbesta li Ûkraînayê tevî Donald Tramp vekirîye, lê ew usa jî qayîl nîne ku berdaxustina têrîtorîya mezin bike û li ser wê birîyarêye, wekî Kîêvê ji xwestina bona endamtîya nava NATO ê da paşda bisekine. Derbarê wê yekêda ajansa Reuters ê nivîsîye.
Serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tram, yê ku soz daye lez vî şerî bide sekinandinê, nava qewilên desthilatdarîya rûsîda paşda vedigere mala Sipî. Moskva beşeke Ûkraînayê kontrol dike û bi têmpên here mezin pêşda diçe.
Sê meriva, kîjana nexwestîye navê wan bidin, gotine wekî diqewime hevraxeberdan dora çar nehîyên Ûkraînayê, Donêskê, Lûganskê, Zaparojîyê û Xêrsonê hebin.
Du nevsên fermî jî gotine wekî Rûsîya dikare ji nehîyên biçûke nêzîkî Xarkovê û Nîkolayêvê leşkerên xwe bide derxistinê.
Pûtîn elam kiribû, wekî her agirbesteke ku gerekê bê qebûlkirinê, gerekê cîhda rastîyê bide kifşê, lê ew pêra jî difikire wekî piştî agirbesta kurt Rojava dikare dîsa Ûkraînayê bide sîlihkirinê.
Co Baydênê serok, yê ku îdî ji qulixê dûr dikeve, qayîlîya xwe daye ku Ûkraînya bi rokêtên amêrîkî Rûsîyayêxe û bi wê yekê helkirina pirsgirêkê dikare dijwarbe û dewekarîyên Moskvayê jî dikarin zêdetir berkbin.







