Çanda me ya hezar salî niha li Arsaxê tê wêrankirin û tunekirin: axaftina serokê dîwana Arsaxê li Romayê

Di navbera 18-19 ê mijdarê de li zanîngeha prêsbyterîan ya bi navê Tomas Akvînasû li Romayê konfêranseke navneteweyî ya ji bo parastina mîrata çandî ya Arsaxê hat lidarxistin.
“Konfêransa ji alîyê nûnertîya dêra ermenîyan ya li serêkanîya Pîroz û înstîtûta lêkolînên encûmenîk Angêlîkûm di bin banê Katolîkosxaneya Hemû Ermenîyan de hat lidarxistin.
Di konferansê de serokê dîyaneta Arsaxê Vrtanês Abrahamyan cîh girt û axaftina xwe ya bi xêrhatina beşdarên konfêransê kir.
Vrtanês Srbazan amaje bi şer û koçkirina bi destê zorê ya li herêmê kir, ku ji ber niştecîhbûna gelên Arsaxê, lihevhatina hezar salan ya ku li herêmê serdest bû, binpê kir.
Bavê Pîroz dîyar kir ku çanda me ya hezar salî ya ku bi saya îman û keda fedaî hatîye efirandin, niha tê wêrankirin û tunekirin, bi bîr xist û bang kir ku divê ramana zanistî li ser ramana sîyasî serwêr bibe, da ku armanc edalet tê dîtin.
Vrtanes srbazan bang li alema Xiristîyan jî kir ku ji bo aramîya herêmê dua bikin û tevbigerin.
Bavê Pîroz di kurteya axaftina xwe de spasîya organîzatorên konfêransê kir, di serî de nûnerê Patrîkxaneya Rojavayê Avropayê yêpîskopos Xajak Parsamyan peyama katolîkosê ermenîyan Garêgîn B xwend.
Di konfêransê de nûnerê patrîkxaneya Avropayê Xajak Parsamyan axivî. Ruhanîyên ku di konfêransê de amade bûn silavên Kardînal Kûrt Kox, Kardînal Klaûdîo Gûcêrotî û Kardînal Xosê Tolêntîno de Mêndonsya xwendin.
Endama meclisa dîyanetê ya dêra Zorê Armînê Alêksanyan axivî û wiha gotîye: “Li herêmên bi nakok parastina mîrateyên çandî û olî yên dîplomatîk û yên din ji bo berfirehkirina wan çi dikare bê kirin” û profêsorê yûnîvêrsîtêyê Hamlêt Pêtrosyan li ser mijara “Rewşa heyî ya abîdeyên li Arsaxê” pêşda hatin.
Di konfêransê de hejmareke pisporên din yên ji Avropayê, Dewletên Yekbûyî, Ermenîstanê û Rojhilata Navîn jî rapor raber kirin.







