H’emû nûçeSereke

“TaTêvêr” ji bo cara sêyem wek baştirîn teleferîka cîhanê hat naskirin

Di xelatên rêwîtîya cîhanê ya sala 2024 a de “TaTêvêr” cara sêyem yek ji xelatên herî bi prêstîj yên navneteweyî di warê tûrîzmê de bi dest xist û îsal dîsa di katêgorîya “rêya herî baş ya cîhanê” de bi dest xist ji Bolîvyayê, Brazîlyayê,Vîêtnamê, Zêlandîya Nû, Dewletên Yekbûyî têk bir. Rêvebira  vê proêktê Marîa Bûtênkoyê bal kişand ser girîngîya xelatê ji bo geşepêdana tûrîzmê li Ermenîstanê. “Serkeftina xelatên rêwîtîyê yên cîhanê careke din îzbat dike ku ev bernameya hevdamezrînerê me, Rûbên Vardanyan, baş hatîye fikirîn, bi tevahî ji armanca xwe re xizmet dike û wê bi kêrî Ermenîstanê bidome,” Tatêvêr lê zêde dike, bê şik cîrazeya geştîyarîyê ya Ermenîstanê. Armanca me ya sereke ew e ku em herî baş yên Ermenîstanê, nemaze herêma wê ya ecêb ya başûr,  raberî wan bikin û ezmûnek bi rastî ji bîr nekin. Serkeftin wê gelek mêvanên nû bîne başûrê Ermenîstanê û dewlemendîyên çandî û xwezayî yên Tatêvê ji wan re veke”.

Rêwîtîya “TaTêvêr”ê di pirtûka rêkoran ya Gînêssê de wek dirêjtirîn rêya rêwîyan ya vegerê (5752 mêtrê) hate tomar kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button