H’emû nûçeSereke

Ya girîng ewlehî ye: balafirgeha Syûnîkê çawa tê nûjenkirin?

Nûjenkirin ne tenê wê kapasîteyên têknîkî yên balafirgehê baştir bike, lê di heman demê de wê şert û mercên pêşdabirina seyrûsefera hewayî jî biafirîne.

Balafirgeha Kapanê “Syûnîk” tê nûjenkirin. Birêveberê balafirgehê Karên Vardanyan ji Sputnik Armênyayê re gotîye, sazkirina alavên nû wê ewlehîya balafiran zêde bike û ji ber şert û mercên xirab yên hewayê betalkirina balafiran kêm bike.

 “Sefera Yêrêvan-Kapan-Yêrêvanê li gorî rêgezên firîna dîtbarî tê kirin, ji bo wê jî hewa xweş pêwîst e, eger nebe wê sefer bê betalkirin. Vardanyan gotîye: “Niha amûrên pîvandina bilindahîya qata jêr a ewran berê hatine bicihkirin û pisporên “Hayaêronavîgasîya” ê ronahîya radyoya VOR/DME saz dikin”.

“Syûnîk” sêyemîn balafirgeha sîvîl ya Ermenîstanê ye, ku koda IATA wergirtîye. Lê belê, binesazîya rê dide ku frekansa firînan rojane bibe pênc.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button