Ararat Mîrzoyanê here Fînlandîyayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi dewatkirina wezîra Fînlandîyayêye karên der Êlîna Valtonênê 28-29 ê mijdarê bi serdan li Fînlandîyayêbe.Wezîrên herdu welataye karên der wê pêwandîyên Ermenîstanê û Fînlandîyayê, usa jî yên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, usa jî pirsên herêmî gotûbêj bikin.
“Pêwandîyên di navbera Fînlandîyayê û Ermenîstanêda yên başin.Seredana wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan wê mecalê bide ku hevkarîya six gotûbêj bikin. Fînlandîya piştgirîyê dide cedandinên Ermenîstanê ku ew tevî Yekîtîya Avropayê nêzîkî hevdubin û piştgirîyê dide ku welat li ser rîya dêmokrasîyê pêşda here”,- wezîra Fînlandîyayê gotîye.
Wextê seredana li Fînlandîyayê, Mîrzoyanê wezîr wê usa jî rastî serokê Fînlandîyayê Alêksandr Stûb, serokê parlamêntê û wezîrê pirsên Avropayê bê.







