H’emû nûçeSereke

Şeşemîn pêşangeha pirtûkan ya navdewletî li Silêmanîyê hat vekirin

Şeşemîn pêşangeha pirtûkan ya navdewletî li Silêmanîyê  28 ê mijdarê hat vekirin û heta hefteya yekem ya meha bê berdewam dike.

Rêvebera bazirsazî ya pêşangeha pirtûkan ya navdewletî ya Silêmanîyê Gulan Mîrwanê ji K24  ê re ragîhandîye: “Pêşangeh bi çavdêrîya serokkomarê Îraqê û wezîreta rewşenbîrî ya hukumeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin”.

Gulan Mîrwanê dîyar kir, zêdetir ji 200 weşanxane beşdarî pêşangeha pirtûkan ya kavdewletî ya îsal dibin. Herwiha îsal 40 hezar sernavên pirtûkên cuda hatine pêşkêşkirin.

Herwiha da zanîn, ji Tirkîyayê, Îranyê, Sûrîyayê, Libnanê, Ûrdinê, Misirê, Kûvêytê, Erebistana Saûdîyê, Danîmarkayê û çend welatên din jî, weşanxane beşdarî pêşangeha pirtûkan ya navdewletî ya Silêmanîyê bûne.

Pêşangeh heta roja 8 ê kanûnê wê berdewambe û her roj ji demjimêr 10:00 heta 18:00 vekirî dimîne û pêşwazî li xwendevan û mêvanan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button