SerekeSîyasî

ŞEHBA-meclîsa gel biryareke nû da

Meclisa gelê Efrîn û Şehbayê biryar da herêma ku ji aliyê komên çekdar yên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin, vala bike.

Meclisa gelê Efrîn û Şehbayê li ser êrişên komên çekdar yên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiyayê piştgiriya wan dike daxuyaniyek belav kir.

Meclisa gelê Efrîn û Şehbayê di daxuyaniyê de gotîye:

“Dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê êrişî herêma Til Rifet û Şehbayê kir.

Di van rojan de hêzên rizgariya Efrînê ji bo parastina me, berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ya dagirker ve hatiye dorpêçkirin, derkevin”.

Meclisê her wiha anî ziman:

“Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye.

Me di salên dawî de tevahî mercên zehmet di kampan de tehemul kir û ji niha ve dê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome.

Em dê ji bo rizgarkirina axa xwe û warê xwe ji dagirkeran, hemû hewldanan bikin.”

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27 ê çiriya paşin komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28 ê çiriya paşin ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30 ê çiriya paşin piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30 ê çiriya paşin navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî Şehbaya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên kurdan dikin.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button