SerekeSîyasî

Avropa bi bêdengî bona şerê hemcîhanêyî sêemîn xwe amade dike: Newsweek

Gelek welatên Avropayê bi bêdengî, nava hemtêksta qezîya ji alîyê Rûsîyayêda, xwe bona şerê hemcîhanêyî sêemîn amade dikin.Derbarê wê yekêda kovara  Newsweek ê nivîsîye.

Welatên NATO ê ye li Avropayê, nava hemtêksta qezîya ji Rûsyayêda, îdî destpê kirine bingeha parastinê daynin.Kovarê daye dîyarkirinê,wekî yekîtî dicêribîne xwe bona şêr û ssênarên mayîn amade bike.Hatîye dîyarkirinê wekî Avropa xwe bona şerê dijî Rûsyayê amade dike û xercên xweye parastinê zêde dike.

Nava dorana wê hazirîyêda,  Newsweek  ê nivîsye, welatên Baltîkayê sînorê xweyî li ser erdê, yê tevî Rûsyayê, qewîn dikin û cîhên xweveşartina ji bomba çê dikin.Welatên Skandînavî jî kitêbokên biçûk, yên derheqa êvakûasîyayêda belav dikin.Almanîyayê destpê kirîye planên bona parastina avayî û sîstêmên girîng amade bikin.Almanîyayê usa jî daye dîyarkirinê ku ew amadeye bona bi seda hezara leşkera bibe xala pêşin, yên ku amadene herine Avropa Rojhilatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button