
Xerîtzan Rûbên Galçyan ji “Armenpress” re gotîye, Ermenîstan 2600 sal e li ser xerîtan heye.
Li gor gotina wî, di mûzexaneya Brîtanyayê de keleka 600 sal berîya serdema me heye, ku sê nav li ser hene: Babêlon, Asûrîstan û Ermenîstan. Paşê, gava em nêzîkî sala 2000 berî zayînê dibin, wê gavê bi dehan padîşahîyên li ser xaka Asya Biçûk hebûn: Hayka Mezin, Hayka Biçûk, Marastan, Asûrîstan, Mêzopotamya û gelek welatên din yên biçûk û li van xerîtan hûn dikarin bibînin ku çend ji van welat winda dibin. Dema em digihîjin rojên xwe, li wê herêmê çend welat hene, Farszistan, Ermenîstan, ku dîroka wan zêdetirî 2500 salan e”,- xerîtzan gotîye.
Rûbên Galçyan destnîşan kir ku Tirkîya cara ewilin sedsala 14 a ango 2000 sal piştî Ermenîstanê da li ser xerîtan derdikeve. “Adirbêcan ji sala 1918 a ve li ser xerîtan xuya bûye”,-Galçyan gotîye.







