H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Ermenîstanêda wê tu gav bona tevlîhevkirina halê li herêmê neyêne avîtinê: Paşînyan

“Têza wan belavkirina ewe ku bi armancên sîyasîye navxwe, yan jî Ermenîstanê kaşî nava şerê dijî Adirbêcanê bikin, lê her dîtindarek dikare bibîne wekî bona me û hema konkrêt bona min dest dide ku li herêmê hal qewînbe”.Derheqa wê yekêda wextê dayîna bersiva pirsaye li parlamênê, Nîkol Paşînyan gotîye û daye dîyarkirinê ku bona çi behsên nerast nava çapemenîya Adirbêcanêda belav dibin û dibêjin ku Ermenîstan dijî Adirbêcanê xwe bona şerê nû amade dike.

“Behsên ku tên dîyarkirinê şedetîya wê yekê didin, wekî hene hêz, yên ku dixwezin ku li herêmê hal tevlîhevbe.Bersiva  me gerekê evbe. Berî her tiştî em gerekê teslîmî provokasîya nebin û gerekê her dem tabîya xwe bidine zelalkirinê.Berî her tiştî menîya usa tune ku em êrîşê bibin ser Adirbêcanê, çimkî nava dereca xweye sîyasîda me gaveke hiqûqî avîtîye û me yekîtîya axa hevdu nas kirîye.Parlamênta me qeyde û qanûnê xebata komîsîyayên tevayî, ya dîyarkirina sînora, îzbat kirîye.Em gerekê pêşeroja nêzîkda pêvajoya dîyarkirina sînora berdewam bikin.Ez dibêjim wekî ji alîyê Ermenîstanêda tu gavek wê bona tevlîhevkirina halê li  herêmê neyê avîtinê.Beşeke axa me, ya ji 200 çargoşe kîlomêtrî zêdetir, hatîye dagirkirinê û em dibêjin wekî helkirina wê pirsêye bi rîya leşkerî nava rojeva meda tune û wê tunebe”,- Paşînyan gotîye.

Nîkl Paşînyan bi hêvîdarî gotîye wekî xebatên dora projeya “Peymana aşîtîyê” wê bêne aktîvkirinê, çimkî 90 selefê xebata îdî hatîye kirinê û dimîne ku peyman bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button