Brîtanîya Mezin hetanî sala 2027 a bona êrîşa Rûsyayê xwe amade dike:Times

Li Rojavayê ew tirs zêde dibin, wekî Ûkraîna dikare nava şerê tevî Rûsyayê binkeve û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dikare nava van salên pêşîya meda bikeve Avropa Rojhilatê. Derbarê wê yekêda The Times ê nivîsîye û daye dîyarkirinê,wekî bi fikira rêberên leşkerî Brîtanîya Mezin gerekê sala 2027 a bona dew û doza sîlihkirî amadebe.
Cîgirê fermandarê NATO ê yî li Avropayê, gênêral Cêyms Êvêrard difikire, wekî heger Rûsîya tevî NATO ê şêr destpêke, wî çaxî Pûtînê karêkeve, heger ew sala 2027 a, berî qewînkirina parastina NATO ê, derba bighîne.
Bi gotina wî, artêş gerekê qewînbûna xweye leşkerî xweykin, çimkî artêşên biçûk hema êtapa şêre ewlinda tên tunekirinê.
Bi wê yekêva tevayî wezîrê Brîtanyayêyî pirsên vêtêrana Alîstêr Karnês eşaretî daye,wekî artêşa Brîtanîyayê dikare nava salekêda bê tunekirinê, heger ew tevî welatekî mînanî Rûsyayê bikeve nava şêr.







