H’emû nûçeSereke

Di nava 10 mehan  mîlyonek  926 405 tûrîst serdana Ermenîstanê kirine

Li Ermenîstanê di navbera çile-cotmeha sala 2024 a de bi giştî hejmara serdanên tûrîzmê li gor heman heyama par bi 5,8  selefî kêm bûye.

 Li gorî “Armenpress”ê, ev yek di çalakîya kurteya salane ya komîtêya tûrîzmê ya wezîreta aborî ya Ermenîstanê daye kifşê.

Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan di 6 ê kanûnê de beşdarî çalakîya kurteya salane ya komîtêya tûrîzmê ya wezîreta aborîyê ya Ermenîstanê bû, ku tê de meylên pêşkeftinê, nîşaneyên sereke û rêformên qanûnî yên sêktora geştîyarîyê li Ermenistanê hatin raber kirin.

Wezîr di axavtina xwe de destnîşan kirîye: “Tûrîzm sêktoreke girîng e ne tenê ji ber ku dibe alîkar ji bo geşepêdana aborîyê, peydakirina kar û kişandina veberhênanên nû, lê di heman demê de derfetê dide ku em welatê xwe  raberî temaşevanên bîyanî bikin û di asteke bilind de cîh bigire”.

Sala 2025 a de em plan dikin ku gelek projeyan bi cîh bînin, heger hewce bike em ê fonên byûcêyê zêde bikin. Em amade ne ku li Ermenîstanê bi bernameyên cûre-cûre piştgirîyê bidin geşepêdana hawirdora karsazîyê”,- Papoyan gotîye.

Wezîr dîyar kirîye ku di wê bawerîyê de ne ku hevkarîya bi banka cîhanî re wê serkeftî be û wê bernameya TRIP-ê ku tê plankirin di warê tûrîzmê de heta 100 mîlyon dolar veberhênanê bike wê bê destpêkirin. Ev bername wê rûyê tûrîzmê yê Ermenîstanê bi girîngî biguhezîne, wê pêşbaztir û balkêştir bike.

Di çalakîyê de seroka komîteya tûrîzmê Lûsînê Gêvorgyanê destkeftîyên sêktorê yên sala 2024 a  û plansazîyên sala 2025 a  raber kirin.

Çavkanî li ser daneyên îstatîstîkî yên serdanên geştyarî, ku şahîdîya pêşkeftin û pêşkeftina sêktorê dike, hate kirin.

Meha çile-cotmeha sala 2024 a de bi giştî 1,926,405 serdanên geştyarî li gorî heman heyama sala 2023 a 2,045,282, bi 5,8 selefî kêm bûye.

Li gorî  heyama sala 2019 a 1,675,292 nîşanek bi 15  selefî zêde bûye.

Sala 2024 a de, Ermenîstanê gelek xelatên navneteweyî wergirt.

Di nav wan de: Lonely Planet 2025, cîhê rêwîtîya çêtirîn ya  sala 2025 a, Kovara Wanderlust, yek ji 10 cîhên geştîyarîyê yên ku derketine holê komeleya rojnamevanên rêwîtîyê ya  îtalî xelata xwarin û şeraba bîyanî ya herî baş da Vayos Zor bûye.

Sala 2024 a de ji bo birêkûpêkkirina sêktorê pêşnûmeya qanûna “Derheqa tûrîzmê” hat qebûlkirin. Zêdetirî 90 rojnamevanên bîyanî ji bo Ermenîstanê serdaneka nasandinê hat organîzekirin û di encamê de zêdeyî 500 gotar di çapemenîya bîyanî de hatin weşandin. Rêbernameya geştyarî û veberhênanê ya Ermenîstanê hate çêkirin.

Çalakî bi nîqaşên li ser derfetên nû yên ji bo pêşxistina sêktora tûrîzmê bi dawî bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button