H’emû nûçeSereke

Qîmetîyên dêmokratîk bingeha civaka mene: Mîrzoyan

Li Ermenîstanê niha sîyaseteke usa tê mîyaserkirinê, ya ku  bona kûrkirina pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayêye. Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hevpeyvîna tevî ajansa fînlandîyî înformasîyon  Lännen Media ê  gotîye. Bi gotina Mîrzoyan, niha danûstandin dora dokûmênta bi navê “Rojeva hevkarîya nû” tên pêkanînê.

“Meha nîsanê hevdîtina sêalî, ya bi beşdarîya Ermenîstanê, Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêk hat. Armanca hevdîtinêye hîmlî ew bû wekî Ermenîstan li ber hemû tiştî ber xwe bide, bi taybetî li ber êkonomîkayê, bi hesabhildana wê yekê wekî bi hemû alîyava li ber Ermenîstanê dijwarî pêşda tên.

Hûn zanin wekî Ermenîstan welatekî dêmokratîke. Li cem me şoreşa dêmokratîk hatîye kirinê û me werguhastinên dêmokratîk destpê kirine: tunekirina ruşetxwerinê û qewînkirina înstîtûtên dêmokratîk. Li cem me du hilbijartinên parlamêntîyê pêk hatine, yên ku çawa yên aza û dêmokratîk hatine naskirtinê”,- wezîrê karên der gotîye.

Mîrzoyanê wezîr bi guman daye dîyarkirinê,wekî guhartinên dêmokratîke ku li Ermenîstanê tên kirinê wê nesekinin.

“Ew yek girîng nîne ku bi rîya hilbijartinên dêmokratîk hukumat û desthilatdarîya çi cûreyî wê bê, bingeha civaka me qîmetîyên dêmokratîkin”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button