H’emû nûçeSereke

Di navbera Ermenîstan û Fransayê de bernameya hevkarîya parastinê ya sala 2025 a hat îmzekirin

10 ê kanûnê  li wezîreta parastinê ya Ermenîstanê di bin serokatiya Levon Ayvazyan û serokê beşa polîtîkaya parastinê û hevkariya navdewletî ya wezîreta  Fransîyayê  Alêksandr Eskorsîa berevaniya stratejîk yên Ermenîstan û Fransayê hatin kirin.

Herî dawî alyan girîngiya stratejî ya hevkariyên aktîv piştrast kirin û ji bo pêşxistina hevkariyê asteke bilind danin. Bi taybetî di plansaziya parastinê, perwerde û perwerdehiya leşkerî de, piştgiriya şêwirmendiyê, perwerdekirina yekîneyên leşkerî yên cuda, leşkerî-têknîkî û yên din de hevkarî girîng bû.

Şanda di bin serokatiya Alêksandr Eskorsîa  ji aliyê serfermandarê giştî yê hêzên çekdar gênêral Edvard Asryan ve hat pêşwazîkirin bi asta heyî ya hevkariyê re wê bi pêş bikeve. Serleşker Edvard Asryan ji ber asta niha ya hevkariyê kêfxweşiya xwe anî ziman û hêvî kir ku ew hevkarî berdewam bin.

Di hevdîtinan de her wiha aliyan li ser mijarên ewlekariya navçeyî û navneteweyî nêrînên xwe anîn ziman. Di encama şêwirdariyê de bernameya hevkariya berevaniyê ya sala 2025 a ya di navbera Ermenîstan û Fransayê de hat îmzekirin, ku tê de bi dehan tedbîr di hema hema hemû qadên jiyana hêzên çekdar de cih digirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button