Kafkasya başûr bi guhdarî dîna xwe dide bûyarên li Rojhilata Navîn

Ketina admînîstrasîya Beşer Al Esed, ya li Sûryayê, wê çawa bûyereke girîng, ya li Rojhilata Navîne sala 2024 a bê hesabê. Statûs-kivoya hevt sala hilweşîya.Pispor gerekê hemû encamên ji vê dew û dozê qîmetkin.Derbarê wê yekêda sîyasîzanê rûs Sêrgêy Markêdonov nava malperên sosyalîda nivîsîye.
“Feqet îdî zelale, wekî bûyarên li vî welatê Rojhilata Navîn ne tenê li Libnanê, Îsrayêlê, Tirkîyayê, yan ji Urdunê bin guhdarîyêdanin, ew usa jî alîyê dewletên Kafkasîya Başûrda tên guhdarkirinê. Sala 2020 î, wextê şerê Qerbaxêyî duemîn, Vîtalî Naûmkînê akadêmîk derheqa pêwandîya Kafkasîya Başûr û Lêvantêda daye dîyarkirinê.Em bêjin wekî ew yek zûva hebûye, lê ew tenê qewîn bûye.
Li Ermenîstanê guhdarîya cuda didine ser dînamîka Sûrîyayê. Bona wê yekê çend menî hene.Wextê destpêka şerê Sûryayê, Ermenîstanê jî penaberên ermenî, bi taybetî yên ji Helebê li cem xwe qebûl kirin. Bi hesabên cuda-cuda, hejmara wan penabera dighîje ji 17 a hetanî 20 hezarî.
Ya duem ewe wekî li Qerbaxê Ermenîstan bin ket û gotûbêjkirinên dora korîdora Zangêzûrê alîkî femdarîya xirab didine kûrkirinê. Qewatbûna Tirkyayêye li Rojhilata Navîn çawa qezîya tê qebûlkirinê, bi taybetî li ser fona qerimandina pêwandîyên tevî Moskvayê, amadenebûna Rojavayêye bona pêşîgirtina Enqerê.
Li Adirbêcanê qewatbûna Tirkîyayê çawa zêdayî tê qebûlkirinê.Desthilatdarîya fermî xwe nade kifşê û ew tifaqa stratêcîye tevî Enqerê û hevkarîya tevî Îsrayêlê didine balanskirinê. Qewatbûna tifaqdara stratêcî bona Adirbêcanê kardare, lê nêzîkbûna Enqerêye tevî wekîlên cîhadîstaye cuda-cuda li Bekûyê xemgînîyê pêşda tîne.Welat paraveyî ser şîya û sunîya bûye û teribandina wê blansê rîska mezin pêşda tîne.
Tê bêjî Gurcistan ji dîroka Sûrîyayê dûre, lê meriv dikare wê yekê lêkolîn bike û beşdarbûna binelîyên Pankîsîyêye aktîv, yên wextê şerê Sûrîyayê bîr bîne.Hema Tarxan Batîraşvîlî, yê ku wezîrê DAÎŞ ê yî parastinê bû, yan jî Mûslîm Margoşvîlî, yê ku hîmdarê heja Cûnûd Al Şamê bû, meriv dikare bîr bîne.
Bi vî cûreyî guhartinên li Sûryayê li Kavkasyayê bi guhdarî tên lêkolîrnkirinê”,-Markêdonov nivîsîye.







