H’emû nûçeSereke

Mecalên hevkarîya nava goveka perwerda leşkerîda hatine gotûbêjkirinê

Van rojên dawî xwendikarên kolêca NATO ê ye parastinê, bi serokatîya gênêral Maks Nîlsên, li Ermenîstanê bûn.

Serokê kolêca parastinê ji alîyê cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, serokê ştaba sereke, gênêral Êdvard Asryanda hatîye qebûlkirinê.

Wextê hevdîtinê, mecal û pêrspêktîvên hevkarîya nava goveka perwerda leşkerîda hatine gotûbêjkirinê.

Li avayê wezîreta parastinê wekîlên Ermenîstanê axavtinên derheqa govekên Ermenîstanêye parastinê û ewlehkarîyêda raber kirine.

Paşê gênêral Maks Nîlsên li ûnîvêrsîtêya Ermenîstanêye parastinê qesidîye, li kîderê şuxulkarîya wê navendê hatîye raberkirinê.

Li gorî encamên hevdîtinê, pêrspêktîvên hevkarîya di navbera herdu îdarên perwerda leşkerîda hatine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button