
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê encamnameya civîna ku duh li bajarê Eqebê yê Urdunê peyamek belav kir û got: “Sûrîyayê aramî bi beşdarkirina tevahî dest pê dike”.
Li bajarê eqeba yê Urdunê duh têkildarî rewşa Sûrîyayê civîn hat lidarxistin.
Wezîrên karên derve yên dewletên wekî Urdun, Saûdî, Îraq, Libnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, Amêrîka û Tirkîyayê tevlî civînê bûn.
Fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X ê derbarê encamnameya civînê peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî dîyar kir ku ew encamnameya lûtkeya eqebê erênî dibînin.
Ebdî her wiha tekez kir ku li Sûrîyayê aramî bi beşdarkirina tevahî alîyan dest pê dike.
“Em encamnameyê erênî dibînin”
Peyama fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî wiha ye:
“Em encamnameya lûtkeya eqebê ya wezîrên karên der ya welatan ereban ya derbarê Sûrîyayê erênî dibînin.
Di heman demê de em piştgirîya hewldana ereban ya ji bo avakirina aramîya li Sûrîyayê, dikin.
Wek gaveke bingehîn ya ber bi dîyalogên çêker yên ji bo avakirina Sûrîyake nû ve dibînin.
“Divê çalakîyên leşkerî li seranserî Sûrîyayê werin rawestandin”.
Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî axa Sûriyeyê werin rawestandin.
Li Sûrîyayê aramî bi beşdarkirina tevahî alîyan û mîsogerkirina yekîtîya axa wê ku rê li ber aştîyeke mayînde vedike, dest pê dike”.
Sêkrêtarê giştî yê Komara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera sîyasetên derve ya Yekîtîya Aropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyayê Gûar Pêdêrsên jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de encamnameyek hat eşkerekirin.
Di encamnameyê de gotin ku ku divê proseya sîyasî ya li Sûrîyayê li gorî biryara 2254 a ya konseya ewlehîyê ya Neteweyên Yekûbyî be.
Hate dîyarkirin ku divê dimildest tevahî çalakîyên leşkerî bên rawestandin.







