“Xêncî korîdorê, pirsgirêkên din yên duyemîn in”: Gantaharyan

Hevpeyvîna Radar Armenia ê bo sîyasîzanê navneteweyî Şahan Gantaharyan e.
– Alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv li ser danûstandinên Ermenîstan-Adirbêcanê jî diyar kir ku di navbera Ermenîstan û Adirbecanê de faktora şer tune ye. Gelo ev daxuyanî îhtîmala kiryarên êrîşkar yên Adirbêcanê li hember Ermenîstanê kêm dike?
– Adirbêcan her tim daxuyaniyên nakok dide û edeta wê ye ku bi destekî danûstandinan bike û bi destê din jî gulebaran bike. Rast e niha ne gulebaran dike, lê pêvajoyê torpîl dike. Bi dîtina min ev yek ji ber gotina Fîdan ya dawî ya ku li Başûrê Kafkasyayê “çira hêviyê derketiye holê” ye.
– Ji aliyê din ve, Adirbêcan di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destûra Ermenîstanê dike, mîna ku daxwazên erdî yên li ser Adirbêcanê hene. Adirbêcan ku bi standartên dualî diaxive, bi rastî pêvajoya aştiyê li ku derê ye?
– Erê, ducar, ez dibêjim ew bi çend standardan diaxive. Bi dîtina min destûr ji bo Bekûyê zêdetir hincet e: entrîga rastî, xala zivirînê pirsgirêka korîdorê ye. Tandema Tirkîyayê û Adirbêcanê pêvajoya aştiyê bi vê yekê merc dike û behsa dorpêçkirina hemû herêmê û aştiya herêmê dike. Dixwazin bêjin korîdor dê çareseriya bingehîn ji pirsgirêkan re bîne. Ev veguheriye polîtîkayeke pêşmerc, lema jî gotinên mayî jî ne girîng in. Ji xeynî korîdorê, kêşeyên din jî xwedî statûya derûdorê ne.
– Cîgirê wezîrê Adirbêcaneyî karen der her wiha ragihand, yek ji astengên li pêşiya pêkanîna aştiyê ew e ku endamên şanda Ermenîstanê ji cihên cuda li ser maseya gotûbêjan tên. Hûn vê gotinê çawa şîrove dikin? wateya wezîrê Adirbêcanêyî karên der çi ye?
– Bêyî vekirina parantezê, Bekû bi gotina “helwestên cuda” behsa fikirên cihê yên der barê korîdora ji Yêrêvanê dike, di nav wan de radestkirina erka çavdêriya ewlekariya rê ji rêxistineke biyanî ya taybet re heye. Di esasê xwe de du asteng derdixin pêş, yek destûr e, ya duyemîn jî helwesta aliyên ermenî ya di derbarê korîdorê de ye.
– Di dawiyê de, hûn şansê pêkanîna aştiyê dibînin? Adirbêcan wê di çi şert û mercan de peymanê îmze bike?
– Ez difikirim ku Adirbêcan tenê di bin zexta Enqereyê de wê biçe aştiyê. Enqere hêj negihiştiye wê encamê muzakereyên xwe yên bi Yêrêvanê re bi peymana Yêrêvan-Bekûyê re dike şert. Dema ku dem hat, wê rol bên paşguh kirin, û Enqere wê fermanê bide Bekûyê ku li gorî biryarê tevbigere.Heger rojava biryar bide ku di warê derxistina faktora Rûsyayê de bi hêztir bixebitin, wê demê wê rêyên Syûnîkê bêyî kontrola Rûsyayê bixebitin. Di wê rewşê de, ew dimîne ku beşek karûbarê kontrolê diyar bike. Ji aliyê din ve peymana bi Adirbêcanê re wê bi vekirina sînorê bi Tirkiyayê re jî bê vekirin. Piştî vekirina sînor wê pirsên li ser pêwîstiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê dest pê bikin.
Divê jeopolîtîka herêmê wek giraniya sistbûn, rawestandin yan bidestveanîna tevgerên derxistina faktora Rûsîyayê bê dîtin. Bandora van meylan wê di têkiliyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkiyayê de jî bê tomarkirin.







