SerekeSîyasî

Sênatorê amerîkî bangî Erdogan kir: dev ji kurdan berde

Sênatorê Amerîkî Con Kênêdî li ser egera operasyoneke Tirkiyayê ya li Rojavayê Kurdistanê bangî Êrdogan kir û got: “Dev ji kurdan berde.”

Senatorê eyaleta Louisîanayê ya Amerîkayê yê Komariyan Con Kênêdî  li Kongreya Amerîkayê li ser rewşa Sûriyayê û gefên êrişên Tirkiyaya yên li Rojavayê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.  Con Kênêdî  kurd wek “dostên Amrîkayê” bi nav kir û helwesta serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayîp Êrdogan ya li hemberî kurdên Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

“Kurdan DAIŞ têk bir”

Kênêdî diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ ê de rola kurdan girîng bûye û got:

“Eger ne ji kurdan bûya wê hîn DAIŞ ê hebûna xwe berdewam bikira.

Wan DAIŞ têk bir û xîlafet rûxand û berpirsê tunekirina DAIŞ ê jî ew in.

Li Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAIŞ ê de nêzîkî 20 amerîkiyan cane xwe ji dest daye lê dostên me yên kurd di şerê li dijî DAIŞ ê de zêdetirî 10 hezar kesên xwe ji dest dan û zêdetirî 30 hezar Kurd jî birîndar bûne”.

“Êrdogan dixwaze Sûriyayê dagir bike”

Di beşeke din ya axaftina xwe de Kênêdî anî ziman:

“Birêz Êrdogan ji kurdan hez nake, ez dê vê yekê şîrove nekim.

Lê belê li ser sînorê Tirkiyayê û Sûriyayê komên çekdar û tankên Êrdogan hene û îstixbarata me dibêje ku Êrdogan hewil dide Sûriyayê dagir bike”.

“Eger hûn destê xwe bidin porê serê kurdan…”

Con Kênêdî ji Êrdogan xwest ku dev ji kurdên Rojavayê Kurdistanê berde yan na ew wê cezayan li ser Tirkiyayê bisepînin û da zanîn:

“Peyama min ev e, dev ji kurdan berde, dev ji welatiyên Sûriyayê berde.

Tirkiye endamê NATO ê ye û hevalê me ye lê ew wekî vê tevnagere.

Eger hûn Sûriyayê dagir bikin û destê xwe bidin porê serê kurdan, ez dê ji Kongreyê bixwazim ku tiştekî bike, cezayên me wê alîkariya aboriya Tirkiyayê nekin. Dev ji kurdan berdin.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button